Hevsengiya germahiya cîhanê yan jî hevsengiya radyasyona cîhanê, hevsengiya di navbera enerjiya ku Dinya ji Rojê werdigire û enerjiya ku Dinya vedigerîne fezayê û winda dike, hesab dike. Çavkaniyên enerjiyyên piçûktirên wekî germahiya hindurê Erdê têne hesibandin lê ev enerjî li gorî enerjiya rojê ji bo cîhanê beşdariyek gelek piçûk e. Hevsengiya radyasyona cîhanê di heman demê de hesab dike ka enerjî çawa di pergala avhewa re derbas dibe. Ji bo ku roj ji herêmên polar zêdetir tropîkên ekvatoriyê germ dike, germahiya rojê yên ku têne wergirtin bi awayekî neyeksan li ser rûyê erdê têne belav kirin. Dema ku enerjî li seranserê gerstêrkê li hevsengiyê digere, ew danûstendinên di pergala avhewa ya Erdê de yan jî ava erdê, qeşa, atmosfer, qalika zinaran û danûstandina di navbera hemî zindiyan de, dimeşîne. Hevsengiya germahî yan jî hevdengiya radyasyona cîhanê bi gelek faktoran ve girêdayî ye ku di nav wan de faktorên wekî aerosolênatmosferê, gazên serayê, albedoya rûyê gerstêrkê (refleksîtî), ewr, nebat, şêwazên karanîna axê û hwd, hene.
(zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1916 – Li Dûblînê Komargerên Îrlandî serî hildan û artêşa Îngîlîz vê yekê perçiqand. Lewma şerê Îngîlîz-Îrlandayê ji nû ve destpêkir. Serhildan, piştî ku di sala 1921ê de Îrlandaya Başûr serxwebûna xwe îlan kir û girav perçebû, bi encam bû. (lewma ev roj weke "paskalya bi xwîn" tê bi navkirin.
1924 – Destûra Bingehîn a sala 1924'an li Tirkiyeyê hate qebûlkirin.
1927 – Pêncwîn ji aliyê inglîzan ve hate dagirkirin.
1987 – Li gundê Qizler ê bi ser Qeredaxê, rejîma Sedam Hisên bombeyên kîmyewî bikaranî. Di encamê de 7 jinên kurd jiyana xwe ji dest dan.
1996 – Kurdekî bi navê Mehmet Şenyit yê bi eslê xwe ji Amedê, wextê êvarî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Piştî 4 rojan cesedê wî radestî malbata wî kirin. Di rapora otopsiyê de dihate diyarkirin ku ew di şer de hatiye kuştin.